image

Peyamakurd - Medyaya dewleta Sûriyeyê ragihand ku 19 jin û zarokên DAIŞê dîl girtibûn hatin rizgarkirin.

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku DAIŞê meha Tîrmeha borî li herêma Suveyda di encama êrîşekê de zêdetirî 200 sivîl revandibûn.

Li gor nûçeyê artêşa Sûriyeyê di encama operasyoneke li bajarê Palmîrayê 19 zarok û jin ji destê DAIŞê rizgar kirin.

Nûçeya rizgarkirina sivîlan ji aliyê çavkaniyên medya cîhanê ve hîn nehatiye piştrastkirin.