image

PeyamaKurd - Ji sê revêberên Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) Saît Şahîn, Bahattîn Temel û Fikret Gultekîn re ji aliyê Dadgeha Bilind a Tirkiyê cezayê 6 sal û 3 mehan hat sepandin.

Biryara dadgeha bilind a cezakirina rêveberên HUDA-Parê di şîroveyên siyasî de wekî derbeyekê ji aliyê deshilatdariya AKPê bo HUDA-PARê tê nirxandin ku ta niha jî piştgiriya xwe bo deshilatdariya AKPê û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan berdewam dike.

Dadgeha Bilind a Tirkiyê, di biryara xwe ya 26ê Mijdarê de, her sê rêveberên HUDA-PARê bi revandina derveyî welat a rêveberên Hizbullahê Edîp Gumuş û hevalên wî tawanbar dike ku sala 2011an piştî ji girtîgehê derketibûn derketibûn derveyî welat.

Serokê Giştî yê HUDA-PARê Îshak Saglam doh li Amedê bi civîneke çapemeniyê bertek ji biryara dadgehê re nîşan da û derbarê wê biryarê de zanyarî dan.

Parêzer û Cîgirê Serokê HUDA-PARê Huseyin Yilmaz jî biryara cezakirinê derhiqûqî nirxand û diyar kir, hevalên wan bi komploya FETOyê ji nû ve hatine darizandin û niha jî car din bûne mexdûrê FETOyê. Yilmaz di daxuyaniya xwe de qet behsa berpirsiyariya partiya deshilatdar AKPê di vê biryarê de nekir.

HUDA-PAR xwe wekî partiyeke îslamî-kurdî dibîne û di hilbijartinan de jî hin caran bi awayekî vekirî, hin caran jî bi awayekî veşarî piştgiriyê dide Serokomar û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyîp Erdogan ku li dema deshilatdariya AKPê rêveberên wan têne cezakirin.

Biryara cezakirina rêveberên HUDA-PARê herwiha tê wateya xurtbûna tifaqa bereya neteweperest a tirk ku piştî kotedaya FETOyê deshilatdariya AKPê ev 3 sal çêbûne bi wan re ketiye tifaqê.

Piştî vê biryarê ev pirs tên kirin: "Gelo dê HUDA-PAR rojên pêş li hember deshilata AKPê helwesteke çawa nîşan bide? û Dê piştgiriya xwe ya eşkere û veşarî ya bo AKPê bikişîne yan na?"