image

PeyamaKurd / Taybet - Medya Tirkiye belav dike ku di demên dawî de çûnûhatina zêde ya rayedarên Iraqê bo Îmarata Erebî û Erebistana Siûdî di çarçoveya projeyeke taybet de pêk tê.

‘ARMANC LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ TÊKDANA TIRKIYÊ YE’

Li gor nirxandinên medya tirk, hevpeymaniya Siûdî û Îmarata Erebî dixwaze xwe bêhtir nêzî Iraqê bike û ji Bakurê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) ve derbeyekê li Tirkiyê bixe.

Serdana Serok Barzanî ya Îmarata Erebî jî di wê çarçoveyê de tê şîrovekirin ku tê gotin, armanc li gor wê projeya binavkirî li Rojavayê Kurdistanê (Bakurê Sûriyê) têkdana Tirkiyê ye.

‘BARZANÎ WEKÎ SEROK HAT PÊŞWAZÎKIRIN’

Serok Mesûd Barzanî jî piştî serdana xwe ya Bexdayê ku hevdîtinên girîng ligel Serokwezîr Adil Ebdulmehdî û çend rayedarên pilebilind pêk anîn, bi serdaneke fermî derbasî Îmaratê bû û 25ê Mijdara 2018an bi Prensê Welîehd Muhammed bin Ebu Zayed re civiyabû.

Di medya tirk de bi awayekî matmayî tê gotin, Serok Barzanî her ku li Iraq û Herêma Kurdistanê niha ne xwedî erkeke fermî ye jî ji aliyê Prensê Welîehdê Îmaratê Muhammed bin Zayed ve wekî ‘Reîs’ul iklim’ (Serok) hatiye pêşwazîkirin.

Rojnameya Yenişafak a Tirkiyê di raporteke xwe ya îro 28ê Mijdarê hatiye belavkirin de, bibîr dixe ku demek Serokomarê Iraqê Berhem Salih û çend rayedarên din ên Iraqê serdana Erebistana Siûdî kirine û bi wezîr û payebilindên wî welatî re hevdîtin pêk anîne.

‘SIÛDÎ Û ÎMARAT PIŞTGIRIYA PROJEYA AMERÎKA-ÎSRAÎLÊ DIKIN’

Rojname nirxandina akademisyenê tirk Prof. Dr. Mahîr Nakîp li ser wan serdanan îdia dike, “Armanca serekî piştgirîdana lêdana Tirkiyê ji Bakur (Rojavayê Kurdistanê) ve ye” û dibêje, li dijî hevpeymana Rûsya-Îran û Tirkiyê ya li Sûriyê, ji aliyê Amerîka-Îsraîlê ve hevpeymanek hatiye danîn ku hevpeymaniya Siûdî û Îmarat jî piştgiriya wê projeyê dike û lewma jî xwe nêzî Iraqê dike.