image

PeyamaKurd / Taybet - Piştî hevdîtinên gera 11an li Astanaya paytexta Kazaxistanê ku Rûsya, Îran û Tirkiye serkêşiya wê dikin, ji Amerîkayê daxuyaniya ku ew hevdîtin bi ser neketine û pêvajoya çareseriyê xitimandine hat.

Di hevdîtinên Astanayê de, beşek mezin ji opozîsyona Sûriyê û Kurd beşdar nebûn, lê nûnerên hikûmeta Sûriyê û hinek komên çekdar di wan civînan de amadehî kirine.

Amerîka û Rûsya li ser çaresernekirina krîza Sûriyê bi rêbazên siyasî hevdu tawanbar dikin.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert piştî civîna 29ê Mijdarê ya Astanayê got, “Civîna gera 11mîn a Astanayê ku bi mebesta avakirina komîteya destûra Sûriyê hatiye pêkanîn, xitimî ye û bi ser neketiye”.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarovayê bersiva Amerîkayê da, Amerîka bi çaresernekirina krîza Sûriyê sûcdar kir û got, “Amerîka girîngiyê nade pêkanîna aştiyê li Sûriyê”.

Rûsya bi taybet Amerîkayê li ser piştgiriya bo Kurdan rexne dike û Zaxarova jî di bersiva xwe ya bo Amerîkayê de jî diyar dike, “Siyaseta Amerîkayê ya li Rojhilatê Firatê ji bo parastina yekparçeyiya Sûriyê gefek e. Hewlên Amerîkayê yên li wê herêmê nîşan dide ku Amerîka guh nade xebatên bo dabînkirina aştiyê li Sûriyê.”

Hêjayî bîrxistinê ye, Rûsya û Tirkiye li Sûriyê ji hebûna hêzên Amerîkayê û piştgiriya wan bo Kurdan nerazî ne û Amerîkayê bi hewldana avakarina 'dewleteke Kurdî li Sûriyê' sûcdar dikin.

Ev yek jî dibe sedem ku Kurd di civînên ji aliyê wan hêzan tên sazkirin de, cî nagirin û bêyî beşdariya Kurdan jî hewlên wekî avakirina Komîteya Destûrê bi ser nakevin.

Amerîka û welatên Ewropayê dixwazin krîza Sûriyê bi beşdariya hemû aliyan, bi biryara Neteweyên Yekbûyî ya jimar 2254, li civînên berdewam ên Cenevreyê were çareserkirin. Lê Bereya Rûsya, Îran û Tirkiye wek hevdîtinên Soçî û Astanayê bi rêyên alternatîv encamdana pêvajoya Cenevreyê li derengiyê xistiye.

Kurd her çiqas di civînên navdewletî yên bi mijara Sûriyê de beşdariyeke xurt nekin jî Rojavayê Kurdistanê wekî girêka çareserkirin yan jî têkdana hewlên çareseriyê li Sûriyê, li ber wan hêzan disekine.