image

PeyamaKurd - Yekîtiya Ewropayê (YE) di budçeya sala nû de, fondên ku ji bo Tirkiyê terxan dike kêm kir.

Li gor budçeya nû ya Ewropayê 1.45 milyar euro bo penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê hatiye terxankirin, lê ji ber ku gotûbêjên endamtiya YEyê bi Tirkiyê re hatine cemidandin budçe jî ji bo mijarên cuda ji Tirkiyê re nehatiye terxankirin.

Budçeya sala nû ya YEyê wekî 148 milyar euro hatiye hesabkirin.

YEyê pereyên ku heta niha dida Tirkiyê jî bi qasî 146,7 milyon euro kêm kir.