image

PeyamaKurd- Yekîtiya Awrûpayê, bo şîrketa Qatar Petrolê lêkolînê da destpêkirin. Lêkolîn, di derbarê ku Yekîtiya Awrûpa astengiyan bo xaza Qatarê danîbû, ew astengî bo reqabetê dibin pêşgirtin an na de, da destpêkirin.

Komîsyona Yekîtiya Awrûpayê peymanên navbera şîrketên Awrûpa û Qatarê de ku di derbarê LNGê de hatine îmzekirin, xist mijara lêkolîna xwe.

Şîrketa Petrola Qatarê LNGê hildiberîne û gelek şîrketên ku LNGê dişîne Awrûpayê kontrol dike. Şîrket di peymanê de bo 20-25 salan wê LNGê bişîne Awrûpayê û bê van peymanan, wê li gor dorpêçan bên lêkolînkirin.

Eger peymanên navdewletî nehêle xaza ku ji Qatarê were Awrûpayê û ji aliyê Awrûpa de bêfirotin bo welatên din, ev dibe problemeka mezin. Şîrketa bi navê Petrola Qatarê ji sala 1974an heya niha xaza lîkît bo Awrûpayê amade dike û şîrketa herî mezine. Pêdiviya Awrûpayê ji % 40 Qatar tîne cî. Petrol, enerjî û xaz meşxûliyeta wan ya herî mezine.

Eger komîsyon tesbît bike ku peyman zerarê didin reqabetê, dikare ji Qatarê re ceza deyne û gelek astengiyên dinan nîşan bide.