image

Xeta trênê ya navbera Tirkiyê, Gurcistan û Azerbeycanê bi merasim hat vekirin. Di merasimê de serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan, serokomarê Azerbeycanê Alyev û serokwezîrê Gurcistanê Kvirikaşvili amade bûn. Ji bilî van kesan serokwezîrê Kazakistanê û Özbekirstanê jî di merasime de hebûn.

Xeta trênê ji bo ragihandina rêwî û tiştên bazirganiyê gelek girîng e. Erdoğan di merasimê de dema behsa giringiya xeta trênê kir weha got: “ Xeteke weha ji bo herêmê, wê ne tenê ji aliyê aborî de fêde bide. Proje bi awayê siyasî, wê aştiyê, asayîşê, aramiyê û di warê civakî de bexteweriyê bîne. Bi barhilgirî û rêwîtiya mirovan re, ji bo pêşdeçûna dan û sitendinên mirovî di navbera van welatan de, ev proje gelek girîng e.”