image

Bajarê herî mezin yê Herêma Serhedê bajarê Wanê ye. Wan di derbarê pîşesazî, geştiyarî, zanîngeh û hat û çûnê de navenda bazirganiyê yê Serhedê ye her wiha. Pispor û karsaz diyar dikin ku bajarê Wanê îsal di derbarê hilberandin û avahîsaziyê de saleke têra xwe tije derbas kiriye û di wê baweriyê de ne ku karkirina Waniyan ya îsal wê bike ku Wanî xwe ji zivistana sar û seqemî derbasî bihara nerm û berhemdêr bikin. Serokê Komelaya Pîşesazên Organîze yên  Wanê (VOSİAD) Şemsettin Bozkurt di derbarê pîşesazî, bazirganiya li Wanê, rêjeya bêkariyê ya ciwanên Wanî ji Heftenameya Basê re nîrxand.

“Li Wanê rêjeya avahîsaziyê ji sedî sed zêde bûye”

Serokê Komelaya Pîşesazên Organîze yên  Wanê (VOSİAD) Şemsettin Bozkurt destnîşan dike ku aboriya Wanê li ser kar û barên avahîsaziyê ye û axaftina xwe wiha didomîne: “Aboriya bajêr li ser bingeha avahîsaziyê dimeşe. Ez li gelek bajaran digerim û dibînim ku karê avahîsaziyê de Wanê saleke têr û tije derbas kiriye. Kêmasî û bêşensiya Wanê ewe ku di 6mehên zivistanê de ji ber serma û seqemê karkirin radiweste û şêniyên bajêr piranî di wan mehan de betal in. Li aliyê dinê jî bi destpêkirina hatina geştiyarên Îranî jî perekî zindî ketiye Wanê. Di îsal de nêzîkî 400 hezar geştiyarên Îranî hatine Wanê û ev yek jî kiriye ku dovîzekî baş bikeve Wanê. Li aliyê dinê jî karê vahîsaziyê li Wanê ji sedî sed zêde bûye û ev yek jî ji bo milê abotiyê de bazirganiya Wanê zindîtir kiriye. Em dikarin bi awayekî vekirî bibêjin ku Wanê îsal di warê pîşesazî, avahîsazî û geştiyariyê de saleke têr û tije derbas kiriye. Ez bawer dikim ku wê bi saya vê pêşketinê Wan dê xwe bigihijîne bihara 2018an jî. Bi kurtasî bazirganiya Wanê wisa ye.

“Mixabin pisbor ji bo dîtina kar kêmderfet in”

Serokê Komelaya Pîşesazên Organîze yên  Wanê (VOSİAD) Şemsettin Bozkurt di derbarê kardîtina ciwanan de wiha diaxive: “Rêjeya bêkariyê, weke ku we jî berî niha diyarkiribû Wan li seranserê Tirkiyeyê bajarê xwedî nifûsa herî ciwan e. Li Wanê nifûsa ciwan ên temenê wan di navbera 18 – 22an de ye. Ev nifûs jî bi piraniya xwe ji zanîngehê kuta bûne. Mixabin em niha ne ji bo îstîhdamkirina van ciwanên kalîfiye ne xwedî bingehê ne. Rêjeya van ciwanan ji sedî 30 nifûsa Wanê ye. Mixabin ev ciwanên me ji bêkariyê di qehwe û cafeyan de demên xwe derbas dikin. Zêdetir îstîhdama li Wanê di warê ew kesên ku ne xwendine û ne xwedî pisboriya zanistî ne. Ji bo em bikaribin van ciwanên pisboriya xwe li ser beşa xwendina xwe kirine niha ew bingeh nîne li Wanê. Li Wanê kar û barê rêjeya bêkariyê ji sedî 35an zêdetire. Ev hejmara bêkara jî piranî ji ciwanên zaningehê kuta ne pêk tê.”

“Perwerdehiya hemdem li Tirkiyeyê nîne”

Şemsettin Bozkurt: “Dema em li perwerdehiya cîhanê ya hemdem dinêrin mixabin li Tirkiyeyê, zarokên me ji wê perwerdehiyê bêpar in. Zarokên me bi piranî li ser ziberê xwendina xwe dikin. Zarokên me ne li gor pisboriya xwe, an jî beşên ku bi dilê xwe li gor perwerdehiya asta zanistî de dixwînin. Zarokên me ji vê pergalê bêpar in. Ciwanên me ku di warê pisboriya xwe de dibistanan dixwînin û piştî kuta dikin bêkar dimînin. Weke mînak zarokekî li Meletî ji dayîk bûye li ser înternetê projeyek amade kiriye. Ji bo bikaribe vê projeya xwe bide jiyandin 50 hezar dolar jê re lazim e lê mixabin kesekî ku li Tirkiyeyê piştgiriya wî bike derneketiye. Ev ciwan li ser înternetê perwerdehiya matematîkê dide ku dikare di carekî de perwerdehî bide 20 hezar kesî. Werhasil ciwan dikeve lêkolînan û li Slîkon Vadîsî ji xwe re sponsorekî dibîne û niha di Silîkon Vadîsî de bûye cînarê Facebookê. Bihesibînin ku di warê nivîsandina piş compîterê de, di warê teknolojiyê de xebatan dikin jî ji bo projeyên xwe têxin hilberandinê sponsor û alîkarî nabînin. Ev î ciwanê Meletî li 50 hezar dolarî digeriya niha ew projeya wî yek milyar dolarî zaftir qedir dibîne. Eger li bajarên me ji bo van ciwanan derfet hebûna wê ev ciwan li Meletî, li Wanê van xebatên xwe bikirana û wê ji bo ciwanên me bibûya xwedî derfet da ku bixebitin. Werhasil em ji perwerdehiya hevdem bêpar in û ev yek jî dike ku ciwanên me ji kar û barên jê hezdikin bêpar bimînin.”