image

Peyamakurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump got, sedema ku ev çend hefteye bihayê petrolê kêm dibe ‘ez’ im.

Trump li ser pakêta dorpêçên Îranê axivî û derbarê muafîyeta 8 welatan bo kirîna petrola Îranê got, “Hinek ji sedema vê, wan welatan ji min alîkarî xwest. Lê belê sedema bingehîn ew e ku min nexwest bihayê bermîla petrolê bibe 100-150 dolar, lewra yê ku bihayan dadixe ez im.”

Trump destnîşan kir, “Heger hûn baş dêhna xwe bidinê hûnê bibînin ku di nav çend hefteyên dawî de bihayê petrolê daketiye. Ev bi xêra min çêbû…Çunkî bi navê OPECê (Rêxistina Welatên Petrolê Îxrac Dikin) saziyek heye û ez ji wê hez nakim.”