image

Di sektora otomotîvê de dahatûya erebeyên bi benzîn û dîzelê tê nîqaş kirin. Yek ji girîngtirîn kampanyaya hilberandina  otomotîvê Toyota biryar da ku êdî wê erebeyên bi dîzelê dixebitin hilneberînin. Midûrê Giştî yê Toyota Didier Leroy diyarkir ku êdî motorên dîzelê hilnaberînin.

Toyota, yek ji pêşnegê otomobîla hibrîtê ye biryar da ku êdî motorên dîzelê bikarneyîne. Weke tê zanîn beriya demekê gelek welatan biryar dabû ku êdî motora dîzelê neyê bikaranîn û otomobîlên bi benzîn li wan welatan bên qedexekirin. Endezyarê Makînayê Omer Oduncu di derbarê biryara Toyotayê de wiha axivî: “Di dahatûyê de wisa xwiya dike ku wê gelek welat dev ji bikaranîna motora dîzelê berdin û ev yek jî wê tesîreke erênî li keşûhewaya cîhanê bike.” Endezyarê Makînayê Omer Oduncu di derbarê otomobîlên hîbrîtê de ji me re ragihand ku wateya hîbrîtê ewe ku bi du aternatîfan mirov dikare bikarbîne. Wek mînak mirov dikare him benzînê him jî karebeyê bikarbîne. Ev yek jî him di egsozên erebeyan de nahêle dûxan zêde derkeve him jî gerdûnê na herimîne.

 Endezyarê Enerjiyê Erhan Basmaci jî di derbarê bikaranîna erebeyên bi hîbrîtê de wiha axivî û got ku: “Bikaranîna erebeyên hîbrîtê ji bo keşûhewayê gavekî erênî ye û biryara Toyotayê jî gavek dîrokî ye. Ez di wê baweriyê de me ku wê di demeke nêz de gelekî kampanyayên mezin ên cîhanê dê li pey vê biryarê bin û gav bavêjin.”