image

Çiyayê Qerecdaxê ji dîroka qedîm ve ji bo kesên li der û dora wî dijîn bûye perestgeh û bingeha debarê. Piştî zuwabûna volkanên wî, axa der û dora wê bi mîneralên xwe pir bi dewlemend bû. Li herêma Qerecdaxê gelek cûre berhemên cotkariyê tên çandin. Herçiqas Qerecdax ji bo koçeriyê bi nav û deng be jî çandina birincê li wê herêmê gelekî hêsan e û pir berhemdêr e. Li Diyarbekira Bakurê Kurdistanê gelek gundî û cotkar bi saya vê herêmê û berhemên wê debara xwe dikin. Meha cotmehê li seranserê Kurdistanê meha cotkirina erd û zeviyan be jî li herêma Qerecaxê dema dirîtina birincê ye. Birincê Qerejdaxê di vê mehê de tê dirîtin û ji bo fabrîqeyan derdikeve rê.  Em ê we bibin der û dora çiyayê Qerecdaxê ku ji gelek dengbêjan re bûye gencîne, ji cotkaran re jî bûye îdareya jiyane rojane. Em bi xwediyê Birincê Emîn Qerecdaxê Îlhan Avci re di derbarê taybetmendiya birincê Qerecdaxê, çandin û firotina wê de axivîn.

“Birincê Qerecdaxê berhemdar e”

Xwediyê Birincê Emîn Qerecdaxê Îlhan Avci taybetmendiya birincê Qerecdaxê wiha bilêv dike: “Sedema tercîha brincê Qerecdaxê ewe ku li gor birincê Baldo û Osmancikê gelekî berhemdêr e. Dema hûn birincê xwe dipijînin ji birincê baldo û osmancikê ji yek îskanekî 1 derdikeve lê dema hûn yên Qerecdaxê çêdikin ji yek îskanekî 3 îskan derdikeve. Bi saya çandin û firotina birincê Qerecdaxê gelek malbat debara xwe dikin. Ji ber vê jî birincê Qerecdaxê gelekî bi qîmet e.”

“Bi taybetî Kurd bikartînin”

Avci derbarê xwarin û firotina birincê Qerecdaxê de wiha diaxive: “Birincê Qerecdaxê bi taybetî ji aliyê Kurdan ve tê bikaranîn. Li Bakurê Kurdistanê birincê me tê firotin an jî em difiroş in Kurdên ku li metropolên Tirkiyeyê dijîn. Bi salane 10-12 hezar ton birincê Qerecdaxê tê hilberandin. Riha, Mereş, Dîlok, Meletî, Batman û bajarên dinê yên Bakur vî birîncî dixwen”

“Dahateke baş dide aboriya Diyarbekir”

Îlhan Avci di derbarê bazirganiya birincê Qerecdaxê de jî wiha diaxive: “Birincê Qerecdaxê salane 10 hezar ton dide û li du fabrîqayên Diyarbekirê tê amadekirin. Herçiqas birincê Qerecdaxê balê bikşîne jî ji ber ku kêm e em nikarin bifiroş in derveyî herêma Kurdan. Ji xwe encax têra vê herêmê dike. Di aboriya bajêr de jî xwedî girîngiyekê ye.”

“Dema tu birincê Qerecdaxê dixwî tamê jê distînî”

Yek ji cotkarên hilberînerê birincê Qerecdaxê Yehya Nacî ji me re taybetmendiya birincê Qerecdaxê wiha dibêje: “Dema hûn vî birîncî li herêmên din datînin ev tam jê nastînin. Divê li Diyarbekirê û bi taybetî jî li herêma Qerecdaxê bê çandin. Rêjeya nîşastaya birincê me li gor yên din gelekî bilind e. Birinc nebateke narîn e, berhevkirin û dirîtina wê zehmet e. Hin dever ji aliyê bîçeran ve tên dirîtin, hin alî jî ji aliyê gindiyan ve bi destan tên dirîtin. Bi dasan, gundî didirin. Bi taybetî jî li erdên bi kevir tê çandin. Li gor birincên dinê gelekî cuda ye. Tama wê jî cuda ye, ne weke baldo, akel e. Dema hûn dixwin tamê ji distînin.”