image

Welatê Sîyeralîyon li rojavayê kîşwerê Efrîqya ya xwedana Elmasê xav ê herî mezin, Elmasa aşitîyê ya 709 misqal bi kojmê 6 milyon û 50 hizar dolaran firot.
Elmasa aşitîyê ji alîyê hikumeta Sîyeralîyonê kete bajarê seryek zêdekirinê li bajarê New york yê Amerîka, ji bo wê yekê da diravê wê di pirojeyên geşepêdanê da bikarbînin û alîkarîya hejarên welatê xwe pê biken.
Di wê seryek zêdekirinê de xwedanê Giraf Dayamondê yê Brîtanî Lorenis Giraf, ew Elmas bi kojmê 6 milyon û 500 hizar dolaran kirî.
Pereyê wê Elmasî jî dê di pirojeyên gehandina av û kareban û vekirina xwandingeh û nexweşxaneyan da ji bo gondên devera Koryardo li welatê Sîyeralîyon bên mezaxtin.
Elmasa aşitîyê li meha Adara borî ji alîyê qeşeyekê li gundê Koryardo hatibû dîtin û radestî hikumetê hatibû kirin.