image

PeyamaKurd- Şîrketa ku alavên elektrîkî çêdike ya bi navê Tesla ku CEO yê wê Elon Musk e, fabrîka xwe ya ewilî li Çînê datîne ku Trump li dijî Çînê şerê bazirganî daye destpêkirin.

Tesla ragihand ku di demeka nêz de wê li bajarê Çînê Şanghayê, îzna xwe ya fermî çawa bistîne, wê dest bi avakirina fabrîkayê bike. Fabrîke wê di nava 2 an 3 salan de dest bi hilberînê bike û her sal li dora 500 hezar alav hilberîne.

Li gor ragihandina rêvebiriya bajarê Şanghayê; di navbera rêvebirê şîrketa Teslayê Elon Musk, şaredarê Şanghayê Ying Yong û rêvebirên din de, bo avakirina fabrîkê peyman hatiye îmzekirin.

Di peyamê de hat ragihandin ku fabrîka wê li Şanghayê bibe sermaya biyanî ya herî mezin. Tesla berê jî îxracata xwe ya mezin bo Çînê dikir û Çîn %15 baca gumrikê datanî ser malen Teslayê.