image

PeyamaKurd- Di dinyayê de şîrketa ku bilêtên wê herî erzanin Îrlanda Ryan Air sefera Dublin- Dalamanê kir. Balafir bi 184 rêwiyên xwe ve hat Dalamanê û bi awayeka xweş hat pêşîwazîkirin.

Rêvebirê balafirgehê Hamdi Guvenç ragihand ku balafir tije hatiye Dalamanê û Ryan Air şîrketeka hewayî ya girînge. Guvenç weha dewam kir:

“ Balafira ku sefera xwe ya yekem bo Dalamanê kir, di dinyayê de şîrketeka mezine. Di Awrûpayê de ya herî rêwiyên zêde ne. Di sala 2017an de jimara rêwiyan 120 mîlyon bû. Hedefa wan ku filoya xwe ya balafiran ji 430 balafiran zêdetir bikin û heya sala 2020an kapasîta xwe bikin 200 mîlyon rêwî.”

Temsîlkarê Ryan Airê Nikolas Lardis jî got ku ew bi vê fira xwe ya Dalamanê kêfxweşin. Bo pîrozkirina vê destpêkê, wê di meha hezîran û temmûzê de, bi bihayê kêm bi 9.99 Euroyê, ji Dublinê bo Dalamanê dest bi firotina bilêtan bikin. Ev biha tenê di ser sîte ya Ryanair.com de, heya 27 ê hezîranê siet 24.00 ê şevê ye. Ez difikirim ku wê di demeka kurt de, bilêt biqedin. Herkes dikare di ser navnîşana "www.ryanair.com" de xwe bigihîne bilêtan.”