image

PeyamaKurd- Ew dorpêçên ku Rûsya datîne ser Amerîkayê divê aboriya Rûsyayê ji dolarê Amerîkayê rizgar bike.

Cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov got bersiva ku Rûsya dê bide dorpêçên Amerîkayê, divê berxwedana aboriya Rûsyayê xurt bike û aboriya Rûsyayê ji dolar rizgar bike.

Ryabkov di dewama axaftina xwe de got ku baskê Rûsya yê aboriyê û Banka Navendî ya Rûsyayê bo kêmkirina bandordîtina aboriya Rûsyayê ji tevgerên dijminane yên Amerîkayê, tedbîran distîne.