image

PeyamaKurd- Rûsya îsal di 4 mehên ewilî de îxracata xwe derxist 150,2 mîlyar dolarî. Îtxala Rûsyayê jî bo her 4 mehên ewilî 75 mîlyar dolar bû. Ev tê vateya ku zêdayiya bazirganiya Rûsyayê ya derve dike 65.3 mîlyar dolar.

Bazirganiya derve ya Rûsyayê, di 4 mehê ewilî de, bi nisbet ya sala borî, ji %37.6 zêde bûye. Ev jî tê vateya aboreya baş ku wê bi perê biyanî ji derve malê zêde nekire.

Hecma bazirganiya Rûsyayê ya di navbera meha yekê heya nîsanê ku dike 4 meh, bi %23.8 zêde bûye û gihaye 215,2 mîlyar dolarî. Zêdahiya bazirganiya derve bi %37.8 zêde bûye û gihaye 65.3 mîlyar dolarî.

Bazirganiya herî zêde, di nava her 4 mehê ewilî de, bi zêdebûna ji %31.5 î bi Çînê re giha 32.2 mîlyar dolarî û Çîn di serê bazarê de ye. Tirkiye bazirganiya xwe %52.2 zêde kiriye û hecma bazirganiya Tirkiyê bi Rûsya re gihaye 9.4 mîlyar dolarî. Tirkiye niha di nava 4 dewletên ewilî de ye ku ortaxê Rûsya yê bazirganiyê ye.