image

PeyamaKurd- Servîsa Çavdêriya Tenduristiya Nebat û Veterînerî ya Rûsya Federal Rosselhoznadzor, 15 ton çîlekê ku ji Tirkiyê çû Rûsyayê, nehişt ku bikeve nava Rûsyayê.

Li gor ragihandina rêvebiriya Rûsya ya Rosselhoznadzor Krasnodar Krayı, ji Tirkiyê 15 ton çîlekên ku bi rêya keştiyê biribûn Rûsyayê, li lîmana Novorossiysk dest danîn ser. Li gor lêkolîna ku li Labaoratuara Herêmê ya Grasnodarê hat kirin, di çîlekan de kêzika bi navê trips hatiye dîtin.

Rêvebiriya herêmê ya Rosselhoznadzorê ragihand ku trip nexweşînên sebze û meywe çêdike.