image

PeyamaKurd- Banka Royalê ya Scotlandê ku 291 sal berê hatibû danîn niha biryar daye ku 54 şûbeyên xwe bigre. Bi vê biryarê wê 258 karker ji karên xwe bibin.

Ji sendîkayên pêşkeftî yên Brîtanyayê temsîlkarê sendîka Uniteyê Rob MacGregor di mijara girtina şûbeyên bankayê de ragihand ku ev biryar nayê qebûlkirin.

Berê jî Royal Bank of Scotlandê ragihandibû ku wê di seranserê welatê xwe de, wê 162 şûbeyan bigre û 792 kesan ji kar derxe.