image

 Hat ragihandin ku ji Herêma Kurdistanê hinardekirina petrolê daketiye û rojane 250 hezar bermîl tê hinardekirin.

Piştî ku zeviyên petrolê yên li Kerkûkê Bay Hesen û Havana ketin di destê Heşda Şeibî de ji Herêma Kurdistanê hinardekirina perolê bi awayekî cidî daketiye. Li gor agahiyên berdest ji Herêma Kurdistanê roja sêşema 24ê cotmeha 2017an 300 hezar bermîl û roja çarşema 25ê cotmeha 2017an jî 252 bermîl petrol hinardeyî bendera Ceyhan a Tirkiyê kirine.

Herwiha li gorî daneyan ji roja Herêma Kurdistanê herdu zeviyên petrolê Bay Hesen û Havana ji dest dane 200 milyon dolar zerar kirine. Di serdana Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî y abo Tirkiyê de mijara tamîrkirina xeta boriya petrola berê ya Kerkûk û Ceyhanê hatiye nirxindan bi berpirsên wî welatî re. Zeviyên navborî beriya dagirkirinê ji Herêma Kurdistanê rojane 600 hezar bermîl petrol bo bêndera Ceyhanê dihat hinardekirin.