image

PeyamaKurd- Navçeya Sason ya ku bi ser Batmanê ve ye,heya salên dawiyê debara xwe bi hilberîna titûnê dikir. Piştî nema dewlet ji xelkê titûnê bikire,xelk berê xwe da hilberîna çîlekê.

Çîlek niha li 12 gundên Sason û Hezzoyê tê hilberîn. Desteka dewletê jî bo çîlekan dewam dike. Hilberîna çîlekan bi 4 malbatan destpêkiribû û niha 400 malbat vî karî dikin.

Li Sason û der û dora Sason û Hezzo de, di 5 salên dawiyê de li dora 700 ton çîlek hilberînê kirine. Çîlekên ku ji aliyê bazirganan ve tên kirîn, bi termokîngan dibin bajarên Konya û Afyonê û li wan deran dixin şoqê. Paşî difroşin welatên Amerîka û Awrûpayê.