image

Wezareta Darayî ya hikumeta Herêma Kurdistanê rûnkirinek belavkir û ragihand; Ti pere ji bo mûçeyê fermanberan ji Bexdayê nehatîne û ew pereyê gehşitîye Hewlêrê, li bin kontrola banka navendî ya Îraqê ye.

Wezareta Darayî û aborî diyarkirîye roja pêncşemê 25 meha bûrî, banka Navendî ya Îraqê kujmê 250 milyar dînaran ji bo liqê Hewlêrî yê banka xwe hinartin, lê ew pare libin kontrola Bexdaye û çi peywendî bi wan ve nîne û ta niha çi pare bo mûçeyê fermanberan ji Bexdayê nehatye.

Da zanîn jî: Lijneyên girêdayî Bexdayê yên hûrbînîyê di mûçeyê fermanberan da, niha li hemû wezaretan jiblî wezaretên Pêşmergey û navxwe, mijûlî karê xwe ne.
Wezareta Darayî hemû alî piştrastikirîne ku dê li ser belavkirina mûçeyê fermanberan berdewam bin û herdema kujmekê pareyî ji Bexda gehşit, wezaret dê hemû alîyan agehdar bike