image

Bûhaya nefta xam ya brentê, di dû salên dawî de cara yekê ye ku ket biniya rêjeyên dihat hêvîkirin.  Neft di nava hefteyekê de ji sedî 8 erzantir bû. Ev e hefteyek e bûhaya nefta xam ya brent li Amerîkayê her roj qîmeta wê kêmtir dibe.

Pisporên mijarê dibêjin sedem ew e ku di salên dawî de hilberîna nefta xam  û zêdebûna kuleyên sondaja neftê yên li Amerîkayê bûye sebebê erzanbûna neftê. Nefta xam ya brentê di navbera rojên 2 û 9ê Sibatê de ji sedî 8 daket biniya rêjeya bûhayên normal de.

Bûhayê neftê di destpêka sala 2016an de jî bi vî awayî daketibû û ji bo hilberên neftê bibû sedema krîzeke mezin ya aboriyê. Bihayê bermîlê petrola xam jî 9ê Sibatê û heta niha daket heya 61,78 dolarî.