image

PeyamaKurd- Saziya Rêzkirina Qrêdiyê ya Navnetewî (Moody’s) notên 17 banqeyên Tirkiyê kêm kirin. Ji xeynî vê jî tevî van banqeyan tevde 19 saziyên fînansê xistine ber çavdêriyê ku notên wan jî kêm bike.

Tirkiye ji ber vê yekê pir aciz bû û rexneyên tûj li dijî Moody’sê kirin.

Moody’sê rapora xwe ya di derbarê banqeyên Tirkiyê de weşand. Moody’sê berî niha hinek saziyên wekî Koç Holding, THY û OYAKê ji bo ku notên wan kêm bike, xistibûne ber çavdêriyê. Ji ber vê yekê jî Moody’sê wiha daxuyanî da: “Ji ber ku li Tirkiyê rewşa şixul û xebatê xira bûye û îhtîmala hê jî xirabûnê heye, ev biryar hate standin. Di heman demê de bandora neyînî ya saziyan li ser profîla wan ya fonê çêbû. Dibe ku rewş hê xirabtir bibe. Êdî îmkana hikûmetê ya ku piştîgiriyê jî bide, pir kêm bûye.

TL JI %24 BIHAYÊ XWE WINDA KIR

Moody’sê di daxuyaniya xwe de wiha berdewam kir: “Ev geşedanên xirab, di destpêkê de pêşeroja aboriya welêt, dixe nava bêîstqrariyê de. Ji ber vê jî razemend êdî ditirstin ku li vî welatî razemeniyan bikin. Pereyên Tirkiyê TL li hember dolarî ji %24 bihayê xwe winda kir. (Ji meha adarê heta niha bi qasî %20).