image

PeyamaKurd: Moody rêxistineka navdewletiye ku asta krediya welatan tesbît dike. Fitch Ratings berê 25 bankayên Tirkiyê xistibû asta pêvajoya neyînî û di pey de Moody jî ragihand ku dest bi şopandina notên krediyê yê Tirkiyê kiriye.

Moody, bi nivîs peyamekî da û di peyama xwe de got: “Notên Tirkiyê yê krediyê di asta 'Ba2' de bû û niha bi sedema li hemberê pêlên makroekonomîk yên siyasî, di pêşiya me de ji ber nediyare wê çendîn di ber xwe bide, me girtiye asta ‘şopandin’ê.

Dema mirov dewamkirina rewşa nediyar û pêlên ku ji derve tên, dide ber çav, dibe ku Tirkiye di dayîna deynên xwe de bikeve tengasiyê û dibe ku rewş ji niha xerabtir bibe.

Moody di 8 ê adarê de ragihandibû ku notê krediyê yê Tirkiyê ji 'Ba1' ê daxistibû  'Ba2' yan û dîdara not, ji ‘neyînî’ yê daxistibû asta ‘rawestiyayî’.

Herî dawî rêxistina derecekirinê ya bi navê Standard&Poor jî ragihandibû ku notê Tirkiyê daxistibû û rewşa aboriya Tirkiyê weka ‘rawestiyayî’ dabû nîşandan.