image

PeyamaKurd- Nêzî Misrê, di nava sînorê behra Misrê de sehayeka xazê hat kişfkirin ku di dinyayê de yek ji seha xazê ya herî mezine. Hecma wê li dora 1 trîlyon û 550 mîlyar m3 e.

Seha bi navê Nûrê ki dikeve Behra Sipî û karsaziya sehayê ji aliyê şîrketa Îtalyan ve ji aliyê Eni yê ve têkirin. Di Behra Sipî de kapasîta herî zêde ya seha Nûrê ye û hebûna wê ji temamê sehayên din zêdetire. Dibe ku bikeve nava 10 sehayên herî mezin yên dinyayê.

Welatê Misrê, bi daxwaza xwe, welatêkî ku pêdiviya wê bi xaza xwezayî heye. Lê piştî pêdiviyên xwe temîn bike, wê di demeka kurt de karibe bibe firotvanê xaza xwezayî bo seranserê dinyayê.