image

PeyamaKurd- Wezareta Aboriyê ya Meksîkayê ragihand ku malên ji Amerîkayê were welatê wan yên weka hesinê pola û berhemên ji alûmînyûmê çêdibin, wê ji wan ji %15 heya %25 bêşa gumrukê bistîne.

Meksîka berê ragihandibû ku wê bersiva Amerîkayê bide. Wezaret îro di rojnama fermî ya dewletê de tarîfa gumrukê bo hinek mehsûlan belav kir. Li gor wê tarîfê goştê beraza, sêv û kartolan %20, bo penêr û burbon an tiştên weka wan di navbera %20-25 wê gumruk bê sitendin.

Wezaret bo ji welatên din bê kirîn, bo 350 hezar ton goştê berazan îznê da û wê jê perê gumrikê jî nestînin.