image

PeyamaKurd - Li Erebistana Siûdî zêdebariya bazirganiya bi derva re (petrol û amûrên din) di çaryeka ewil a 2018an de li gor rêjeya salê ji sedî 59,2 zêde bû.

Li gor rapora Saziya Îstatîstikên Giştî ya Erebistana Siûdî, di 4 mehên ewil ên 2018an de zêdebariya bazirganiya bi derva re ji sedî 59,2 zêde bû û derkete 44,3 milyar dolarî.

Di sala 2017an de zêdebariya bazirganiya bi derva re ya Erebistana Siûdî kêmzêde 27,8 milyar dolar bû.

Îxraca pêtrol û amûrên xêncî pêtrolê jî ji sedî 21,2 zêde bû û gihîşte 88,6 milyar dolarî, amûrên îdxalatê jî ji sedî 2,2 kêm bû û dakete 44,3 milyar dolarî.

Qîmeta îxracata petrolê jî ji sedî 20,1 zêde bû derkete 68,4 milyar dolarî.