image

PeyamaKurd- Şîrketa elektronîk ya Almanya Siemens dibe ku dawî li karê 20 hezar karmendî bîne. Di çarçoveya planê 2020an de wê karê rêvebirina şîrketê bê hêsankirin, di vê pêvajoya hêsankirinê de wê beşên ferdî, fînans û hûqûqê bandorê ji pêvajoyê bibînin.

Kovara Alman Manager-Magazin nûçeyê bir ser axaftina CEOyê Siemensê Joe Kaeser ku di axaftina xwe de got bo bêhtir geşepêdana şîrketê çêbibe û karê xwe bipêş bixe, divê şîrket bê sadekirin û dibe ji asta rêvebiriyê de 20 hezar kes bê îş bimînin.