image

PeyamaKurd- Yekîtiya ragihandina rêwiyan ya rêya hewayî ya navdewletî (IATA) ragihand ku jimara rêwiyên ku bi balafiran hatine gihandin li gor sala borî %7,3 zêde bûne û jimara wan gihaye 4 mîlyar û 100 mîlyonî.
Di zêdebûna gihandina kargoyan de ev zêdebûn %9,9 e.

Rêwiyên herî zêde ji Asya-Pasifikê hatine birin û daxwaza rêwiyan hêj zêdetir bûye û gihaye % 10,6 î. Ev jî dike 1 mîlyar û 500 mîlyon kes. Li Awrûpa daxwaza rêwiyan %8,2 zêde bûye û gihaye 1 mîlyar û 100 mîlyonî. Ev daxwaz li Amerîka bakûr %3,2 ye, li Latîn Amerîka 4,1 e, li Rojhilata Navîn 4,5 e û li Afrîka jî %6,6 zêdebûn nîşan daye.