image

PeyamaKurd- Ji Bakûrê Kurdistanê di navbera meha 1 heya hezîranê, îxracata ku hat kirin, li gor heman wexta sala borî % 4 zêdetir bû û giha 4 mîlyar û 89 mîlyon û 610 hezar dolarî.

Ev rêje di heman wextê de miqdarê îxracata ku di navbera 6 mehan de hatiye kirin. Jimara welatên ku îxracat bo wan hitine kirin 182 ne. Li gor ragihandina nivîskî ya ku ji Yekîtiya Îxracatvanên Herêma Rojavayê Bakûr hat kirin, dibêje:

“ Îxracata bo welatên Rojhilata Navîn %48.3 e û di rêza ewilî de ye. Welatên Yekîtiya Awrûpayê %20,3 ye. Afrîka %11.8 e û di rêza sêyem de ye. Iraq, Amerîka, Sûriye, Erebistana Si’ûdî, Îtalya, Îran, Îngiltere, Almanya, Îsrail û Belçika di rêzên ewilî de ne. Xalî, qumaş, ta, alavên çêkirina pastayan, alavên aşê, plastîk û berhemên wê, rûnê nebatî, pêlav û kinc cûreyên malên ku hatine firotin.”