image

PeyamaKurd - Ji Odeya Bazirganiyê ya Îran-Iraqê hat ragihandin ku Tehran û Bexdayê di bazirganiya navbera xwe da dev ji emilandina dolarî berdane û di şûnê de dê euro, riyal û dînarê Iraqê bi kar bînin.

Li agahiyên çapemeniya Îranê, Odeya Bazirganiyê ya Îran-Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku  Îran û Iraqê di muemeleyên bazirganiyê yên di navbera xwe de dolar ji holê rakirin. Piraniya muemeleyên xwe yên bazirganiyê wê bi euro, riyal û dînarê Iraqê bikin."

Ji bilî neftê Îran bi bergîdana 8 milyar dolarî tiştan dişîne Iraqê lê transfera pereya di nav bankeyan da tê kirin digel vê bazirganiyê gelekî kêm e.

Herwiha didin zanîn ku pirsgirêka bankevaniyê ya divê Îran çareser bike di nav mijarên sereke da cih digire û lazim e herdu welat bi şirîkatî bankeyekê ava bikin lê astengiyên li pêş vê gavê hê jî hene.

Odeya Bazirganiyê ya Îran-Iraqê destnîşan kir ku di rêza ewil a welatên Îran berheman dişîne da Çîn heye û Iraq jî piştî wê di rêza duyemîn da cih digire û wiha pê da çû: "Di nav berhemên ku Îran dişîne Çînê da herî zêde berhemên petrol û petrokîmyayê hene. Lê ji bo Iraqê ji salçeya firingiyan bigir heta amûrên înşeatê gelek tişt tên şandin."