image

PeyamaKurd- IMF di çarçoveya bernameya 4 salan de, ji 2,9 mîlyar dolarî 249 mîlyon dolar ku dike teqsîda çarem tesdîq kir û serbest berda. Heya niha miqdarê perê ku gihaye Tûnisê 1 mîlyar û 139 mîlyon dolare.

Li gor ragihandina rêvebiriya fona IMF ê; Tûnisê di sala 2016an de bo 4 salan 2,9 mîlyar dolar kredî ji IMFê xwestiye û IMF tesdîq kiriye. IMF di ragihandina xwe de dibêje ku li Tûnisê di meha nîsanê de enflasyon gihaye 7.7 û di hezîranê de ev reqem 7,8 e. Lewra divê Tûnis xwe bide ser kêmkirina enflasyonê.

Dînarê Tûnisê li hemberê ewro û dolarî %20 qiymeta xwe wenda kiribû.