image

Li Bakurê Kurdistanê cotkar bo debara xwe rêyên cûr bi cûr di ceribînin. Yek ji van cotkaran jî Tahir Erdal e ku li Sasona navçeya Batmanê tesîsa masiyan  vekiriye û ev du sale hilberandin û firotina wan dike ye. Tahir Erdal ji PeyamaKurdê re di derheqê tesîsa masiyan de axivî.

Tahir destnîşan dike ku tesisê di sala 2014an de ava kirine û ev proje ji bo dahatûyê ye. Bi bazar û hilberandina îro debare nabe. Berê dewletê ji bo kîloyek masî lîreyek alîkarî dida, niha wê alîkariya xwe jî nîvî kiriye û êdî tenê  qirûşî dide. Tahîr bersiva pirsa me ya gelo hilberandina masiyan çawa ye jî wiha dide û pêde diçe: “Di meha Mijdarê de em ji Bedlîs, Elezîzê têjikan tînin û heta meha Adarê di tesîsê de xwedî  dikin.  Ji ber ku di meha Hezîranê de ava me germ dibe em nikarin li vir hilberandina têjikan bikin. Dema gihîştin asta xwarinê em dest bi firotina masiyan dikin. Eger em li ser hev biforişin mehane 7-8 ton masî difiroşin. Lê belê bi piranî em bi kîloyan diforişin mişteriyên kesane ev yek jî hilberandina masiyan gelekî kêm dike.  

Em di heman demê de cotkariya titûnê jî dikin. Eger debara me tenê bi karekî bibûya me yê di ber da tadê neda xwe û bi karên dinê re jî xwe ne êşand.  Bi rastî jî dewlet dibêje em ji bo ‘Pêşketina cotkariyê’ alîkarî didin cotkaran lê bi vî awayî cotkaran jî dixe binê deyna û dev jê berdide. Cotkar bi neçarî li pey wî perê xwe ku xistinê van projeyan diçe û hin karan dikin. Em ji dewletê daxwaza alîkariyê dikin. Bila piştgiriya xwe ya destpê bidomîne.

Em bi malbatî (5 kes) pê ve mijûl in. Bi zorê debara me dibe. Di dema proseya çareseriyê de rewş gelekî baş bû. Rojane ji tonekî zaftir me firotina masiyan dikir. Kîloya masiyan li ser hev 8 lîra ye, kîlo bi kîlo jî bi 10 lîrayan em difiroş in. Eger rewşa siyasî xweş be rewşa bazirganî û cotkarî jî dê baş be. Em masiyên xwe dişînin Batmanê, Diyarbekir û Bedlîsê.

Dara Porxelek