image

PeyamaKurd- Rastiya nûçeyê bi temamî ne misogere lê li gor xwediyê texmînê an ku Blassî; dibe ku ev biryar di meha cotmehê de bê ragihandin. Evan Blass di ser hesabê xwe yê Tweeterê de mijarê ragihand.

Li gor ragihandinê Sony Mobile ya ku navenda wê Japonya ye, bo Tirkiyê biryar daye ku hemû ciyên firotina telefonên xwe bigre. Berê jî di warê bizava dinya teknolojiyê de Blass, nûçeyan ragihandibû û tev rast derketibûn.

Li gor Evan Blass ne tenê li Tirkiyê lê li hemû herêmê, wê di cotmehê de ciyên firotina Sony Mibile yan bên girtin û nema firotinê bike. Di nava herêman de Tirkiye, Rojhilata Navîn û Afrîka heye. Lê Sony heya niha ti ragihandinekî weha nekiriye.