image

PeyamaKurd- Gazproma şîrketa petrol û energiyê ya Rûsyayê, bi miqdarê 2.14 mîlyar Ewro kredî dide şîrketa ku projeya TürkAkimê daye ser milên xwe ya bi navê South Stream Transport B.V.yê.

Li gor ragihandina Gazpromê, miqdarê krediyê hatiye tesdîqkirin. Şîrketa South Stream Transport B.V.yê, şîrketeka hevalbenda Gazpromê ye û krediya ku wê bidinê, wê faîza wê ya salê %3.98 be. Wextê krediyê heya meha 12an ya sala 2023 a ye. Pere bo nûhkirina sermaya şîrketê tê dayîn.

Bo avakirina xetta TürkAkımê, beşa xettê ya ku wê di bejayiyê de derbas bibe, di meha borî de, di navbera BOTAŞ a Tirkiyê û şîrketa enerjiyê ya Rûsyayê Gazpromê de peyman hatibû îmzekirin.

Xetta wê xaza Rûsyayê di ser Tirkiyê de bibe Awrûpayê, her yek ji wan wê salê karibe 15.75 m3 xaz bibe Awrûpayê û wê 2 xet bin. Di projê de xeta 2 yê dibe ku piştî Tirkiyê di ser Yûnansitan an Bûlgaristanê de here Îtalyayê.