image

PeyamaKurd- Financial Times nivîsand ku enflasyona li Tirkiyê rast nîşan nadin û enflasyon di ser reqema ku nîşan didin de ye. Profesorê Amerîkayî Steve Hanke got ku enflasyona li Tirkiyê % 39.2 ye û ger ji vê reqemê bê hereketkirin divê faîza bankayan jî di ser %40 î de be.

Financial Times di derbarê wendakirina qîymeta perê Tirkiyê û pêngavên ku Tirkiye davêje şiroveyan kir. FT, got ku li Tirkiyê, endîşeya deynê derve, kûr û andîşeya ku enflasyonê kêm nîşan didin heye.

Di FT de, bi îmza Jamie Powell hatiye nivîsandin ku profesorê Amerîkî Steve Hanke behsa rêjeya rast ya ketina qîymeta perê Tirk û enflasyone kiriye ku enflasyon % 39.2 ye. Prof Hanke dibêje ku ji teoriya “parîta erka kirînê” hereket kiriye “guherîna kûra dowîzê” weka pîvan ji xwe re girtiye.

Di nivîsê de dibêje ku ev rêje 3.6 car li ya rast e û bo têkoşîna bi enflasyonê re divê faîz derên ser %40 î. Steve Hanke behsa Erdoğan jî dike û dibêje vêya ji Erdoğan re nebêjin. Ew zane ku Erdoğan li hemberê faîzên bankayê zêde tund tevdigere. Lê Steve Hanke dibêje daxwaza bo perê Tirkiyê di bazarê de gelek kêmbûn heye û di bazarê de lîreyên bê qedir hene.

Hanke, di nivîsa xwe ya Forbesê de dibêje “heya Erdoğan Tirkiyê îdare bike wê hal neguhure.”

HESABê ENFLASYONÊ ÇAWA ÇÊKİR?

Hanke bo rastiya hesabê enflasyonê bibîne, metoda an sîstema ku di sala 1920an de ji aliyê Jacob Frenkel û Gustav Cassel de hatiye kirin, bikartîne. Hanke û hevalê wî Charles Bushnell bo enflasyona rastî bibîne, li ser hesabê pera “hêza kirîna mirov” li ser bihayê perê cîh an ku li ser perê Tirk hesabên xwe dikin.

FT, di nivîsa xwe de dibêje ku aboriya Tirkiyê “qismen şefaf” e. Bi sedema reqemên farmî ne hewce ye ku mirov hesabekî bike û reqemên fermî hatine nivîsandin. Di nivîsê de hem behsa arîşeya hesabkirina enflasyona bi pera ku li ser dolar/lira tê kirin dike û dibeje Tirkiye gelek malan ji derve dikire û bihayê wan li ser perê Rûsyayê, Almanya, Çîn û Brîtanya dide.

Di nivîsê de her çiqas dibêje ku mal li ser perê biyanî tê kirin jî, dibe pere ku li ser enflasyonê bandorê bike û ev pere ne dolar be.