image

PeyamaKurd- Erebistana Si’ûdî bernameya xwe ya bi Kanadayê re ya di derbarê tenduristiyê de da rawestandin. Nexweşên xwe yên ku li Kanadayê ne, dişînin welatên din. Ew nexweşên ku tedawiya wan li Kanadayê dewam dikin, wan dişînin weltên din.

Kanada roja duşemê aktîvîstên sîvîl yên ku li Erebistanê hatibûn girtin, xwestibû wan berdin lê Erebistan vê mijarê weka mudaxeleya karê nav dewleta wan ya hundir qebûl kiribû û xwestibû balyozê Kanadayê, yê li Erebistanê di nava 24 sietan de welatê wan terk bike. Hem Erebistan balyozê xwe yê Kanadayê bi paş de vekişandibû û temamê têkiliyên xwe yên bazirganî birî bû.