image

Dahatûya Erebistanê heya niha li ser petrolê ye. Erebistana Si’ûdî bo ji petrolê rizgar bibe, dest avêt karên din ku yek ji wana enerjiya rojê ye.

Erebistan bi banka Japonyayê ya bi navê Japon SoftBankê re peymanekî girêda û wê bi 200 mîlyar dolarî dezgeyeka mezin ya enerjiya rojê deyne. Ragihandina projeyê ji aliyê welîahd Prensê Erebistanê ji aliyê Muhammed Bîn Selman û damezrênerê  SoftBankê Masayoşi Son ve di civîneka çapemeniyê de li Amerîkayê hat ragihandin.

Projeya enerjiya rojê li dora 200 gigawatt e. Ev miqdar du carî li ya Çînê ye ku li Çînê ev miqdar 100 gigawatt e. Eger ev proje bicî were, wê çêkirina elektrîka qraliyeta Erebistanê sê car li ya îro be.

Di sala 2016an de çêkirina elektrîlê ya Erebistanê li dora 77 gigawatt bû. Ji viya %66 jê bi xazê dixebite û ye mayî bi petrolê dixebite. Damezrênerê SoftBankê Masayoşi Son got wê proje ji 100 hezar kesî re îş peyda bike.