image

PeyamaKurd- Banka Navendî ya Awrûpayê bo sala 2018an rêpaniya reqemê mezinbûnê daxist û ya ya enflasyonê bilind kir. Serokê bankayê Draghi, di civîna hezîranê de ragihand ku îhtîmala mezinbûnê kême lê ya bilindbûna enflasyonê zêde ye.

Li gor vê axaftinê Banka Navendî ya Awrûpayê, bo sala 2018an, rêjeya mezinbûnê ya herêma Euroyê ji 2.4an daxist 2.1 ê. Lê bo herêma Euroyê texmîna mezinbûnê bo sala bê an ku bo sala 2019an weke 1.9 tesbît kir û sabît ma. Texmîna mezinbûna sala 2020an, weke 1.7 hişt û neguhert.

Banka Navendî ya Awrûpa bo herêma Euroyê enflasyona sala 2018an ji 1.4an bilind kir û kir 1.7. Her weha bo sala 2019an jî enflasyona ku li bendê ne, ji 1.4an derxist 1.7an. Bo sala 2020an jî li bendene ku enflasyon 1.7 be.