image

PeyamaKurd- Li Afrîkayê pêşbirka îcarkirina erd dewam dike. Li Afrîkayê ne tenê kes an şîrket lê dewlet jî bo temînkirina xidayê erd îcar dikin.

Her roj çiqas diçe, dewletên dewlemend bo asta refaha xwe bidin dewamkirin, li Afrîkayê bêhtir erd îcar dikin û jimara wan zêdetir dibe. Li welatên Afrîkayê berê weke welatên kolonî bi wan re kiryar dihatin kirin lê niha erdên wan îcar dikin.

Li welatên Afrîkayê dewletên ku herî zêde erd kirîne, di sere wan de Brîtanya, Amerîka û Çîn hene. Welatên ku erd dane îcarê, Kongo, Endonezya, Fîlîpîn û Sûdan e. Welatê Kongo ji çara yekê (1/4) axa xwe daye îcarê ku dike 8.1 mîlyon hektar arazî.

Aqilmendê Amerîkayê Henry Kissinger weha diferme; “eger hun xidayê kontrol bikin, hun ê mirovan kontrol bikin.”

Xebatkarê kevin yê wezareta Keştûkalî yê dewleta Etiyopyayê Dawit Tesfaye, endîşe dike ku hukumetên Afrîkayê polîtîkayên xwe yên zîraî neguhêrin, wê hal bêhtir ber bi xerabiyê de here. Tesfaye, balê dikşîne ser wê yekê ku arazî ne bo 1 an 2 salan dane bi îcar lê bo 80 an 90 salan dane îcarê.

Araziyê ku Brîtanya îcar kiriye, weka axa Danîmarkayê heye

Li gor rêjeyên africanbusinesslife, di salên dawiyê de hinek welat bo ewlehiya bidestxistina xidayên xwe, pereyên zahf zêde dixin araziyên derveyê welatên xwe. Araziyên herî zêde jî li wan welatên Afrîkane ku bi birçîbûn û xelayê re têkoşînê didin. Di nava araziyên ku bo zîraetê bijartine de, rojhilatê-başûrê Asya, Amerîka Başûr, Rûsya û Ûkrayna hene. Van deran bo xidayê gelek girîngin, şîrketên navdewletî van araziyan îcar dikin, hetta dewlet araziyan îcar dikin.

Li gor rapora Rêxistina Bazirganî ya Dinyayê ya sala 2013yan, 41 welat li welatên din arazî îcar kirine. 62 welat araziyên xwe dane welatên duyem an firotine wan. Brîtanya piraniya erdê îcar kiriye li Afrîkaye lê bi temamî 4.4 mîlyon hektar erd îcar kiriye. Amerîka bi heman şêweyê 3.7 mîlyon hektar erd îcar kiriye an kiriye.

Welatê Çînê di dinyayê de welatê herî qelebalixe û her diçe pêdiviya wê bi xida çêdibe. Bo temîna xidayan di serî de li Afrîka, bi temamî 3.4 mîlyon hektar arazî îcar kiriye. Araziyê ku Brîtanya îcar kiriye weka araziye dewleta Danîmarka heye. Amerîka, Îswîçre û Çîn her yek bi mezinahiya araziyê Moldovayê bûn xwedanê araziyan.

Di Afrîka de welatê herî paşdemayî welatê Kongo ye ku ji axa xwe 8.1 mîlyon,

Endonezya 7.1, Fîlîpîn 5.2, Sûdan 4.7 mîlyon hektar erd, ya dane bi îcare an firotine dewlet û şexsan.

Tirkiye di nava îcarvanan de ye

Tirkiye di serê vê salê de, ji dewleta Sûdanê bo 99 salan 500 hezar hektar erd îcar kir. Di araziyên ku li kenarê rûbarê Nîlê de ne, di serî de sebze, meywe û hilberînên dinan wê bên kirin. Wê arazî bo sektora taybet be jî. Tirkiye plan dike ku ji Brezîlyayê arazî îcar bike.

Ji bilî dewletê, sektora taybet li derveyê welat arazî îcar dike û zîraetê dikin. Her wekî 3 ortax li Etiyopyayê bo 25 salan 50 hezar hektar erd îcar kirine û dest bi hilberîna pembû kirine.