image

PeyamaKurd- Serokê Çînê Şi Cinping bo Afrîkayê weka alîkariya hukumetê soz da ku dê 60 mîlyar dolar alîkariyê bike. Serokê Çînê ragihandina xwe li Pekînê, li meydana Tiananmenê, di salona mezin ya xelkê de kir. Li salonê, forma hevkariya Pekîn-Afrîkayê ya 2018an dihat kirin ku di axaftina destpêka zîrweyê de Şi Cinping soza alîkariyê da.

Ji 60 mîlyar dolarî 15 mîlyar dolar jê hîbbeye (bexşe), 20 mîlyar dolarê wê krediya bê faîze, 10 mîlyar dolarê wê bo fona geşepêdanêye, 5 mîlyar jê bo fona piştgiriya berhemên ku dê herin Çînê ye û 10 mîlyar dolarê wê bo karsazên Çînê ye ku di 3 salên bê de sermaya xwe li Afrîkayê deynin.

Şi her weha got ku wê bo Afrîkayê weka alîkariya mirovî bo kesên ku bobelatên xwezayî zerarê dîne, wê 117 mîlyon dolar alîkarî bike. Wê di warê zîraetê de 50 bername bên bicîhkirin û li dora 500 pisporên zîraî wê bişînin Afrîkayê.

Hem Çîn wê bûrsa pere bide 50 hezar xwendevanên Afrîkayê da bixwînin. Eger karsazên biçûk yên Afrîkayê hewl bidin ku kargehên xwe yên biçûk deynin wê, Çîn alîkariya wan bike.