image

PeyamaKurd- Hukumeta Iraqê ragihand dê ji 5 ê tebaxê û bi şûn de, bo berhemên mirîşkan, bo goştê ajalên bi per û saqadatan baca ku % 10 e, dê derxe %50 yî. Bi vê biryarê wê îxracata goştên ku ji Tirkiyê diçe Iraqê, bi awayeka neyînî encam bide.

Bazara Iraqê bo Tirkiyê bazareka mezine û biryara hukumetê dê li ser sektora mirîşkan bi neyînî bandorê bike.

Hukumeta Iraqê di çarçoveya zêdekirina hilberîna sanayiyê, destekkirina wê û bo pêşdebirina wê, vê biryarê daye. Danîna bacê ne bo wexteke kurte û bo 4 salan wê ti carê ev reqem danekeve jêr.

Serokê şîrketa Has Tavukuçuluk Mujdat Sezer dibêje: “ Ji ciroya me ya bi 6 mîlyar dolarî, ji nîvê wê zêdetir diçe Iraqê û wê bi awayeka neyînî bandorê li me bike. Di bazara firotinê de bazara herî fireh bo me Iraq e. Di ser 3 mîlyar dolarî de em goştê mirîşkan difroşin bazara Iraqê.”