image

Pêşketina derfetên hat û çûnê, înternet û şiyarbûna bazirganên Kurd bi normên cîhanê ve dest bi hilberandina din ên bazirganiyê dikin. Piştî salên 2010an Kurdên Bakur ku bi taybetî jî di salên 90an de terka welatê xwe kiribûn berê xwe careke din da ne welêt û dest bi karkirin û bazirganiyên cuda dikin. Yek ji wan bazirganan jî Weysi Dermirhanê ji Batmanê ye ku piştî 15 salên xebata di tekstîl û dikanên li Stenbolê de berê xwe daye axa bav û kalê xwe. Weysi, di sala 2016an de tekstîla xwe li gundê Dirbêsa ku girêdayî Batmanê ye ava dike. Weysi, li gundê xwe tekstîla xwe vedike û dest bi pakêt û ûtîkirina markayên navdar ên Tirkiyeyê dike. Em weke Heftenameya Basê ligel bazirganê tekstîlê Weysi Demirhan di derheqê tekstîlvanî û bazirganiya tekstîlvaniyên de axivîn.

“Xebatkarên me yên xwedî dîplomaya zaningehê jî hene”

Weysi, çîroka vekirina tekstîla xwe ji me re vedibêje û wiha didomîne: “Di sala 2016an de me tekstîla xwe vekir û niha 30 xebatkarên me hene. Dema me destpê kir tenê endamên malbata me hosteyê vî karîbûn. Ji bilî me hemû xebatkar ne xwedî tecrûbe bûn. Me bi dilekî fireh wan fêrî karê ûtîkirin û pakêtkirinê kir. Îro hemû xebatkarên me jî bûne hoste. Çend xebatkarên me yên mezûnê zaningehê jî hene. Zaningeha xwe bidawî anîne û li benda bicihbûnê ne. Naxwazin betal bimînin û em jî li gundin ji bo van ciwanan dibin derfeteke baş. Piraniya xebatkarên me jî jin in.” Demirhan ji me re qala armancên xwe di vî karî de dike. Demirhan; “Em niha ji markayên mezin re dixebitin. Em niha tenê ûtî û paketê dikin. Armanca me ewe ku em dest bi hilberandina cil û bergan bikin. Hedef û daxwaza me ewe ku em di demeke kinde dest bi hilberandinê bikin. Eger dest bi hilberandinê bikin dê hejmara xebatkarên me bigihîje 70-75.  Wê demê dê karê me berfirehtir bibe û em ê him hilberînin him jî ûtî û pakêtê bikin û bifiroşin. Eger em dest bi hilberandinê bikin wê demê dê tesîreke gelek erênî li gund û gundiyan bike.”

“Xebatkarên me bi giştî jin in”

Tekstîla Baran Groupê di 19ê Nîsana 2012an de li gundê Kaniya Henê ya girêdayî navçeya Batmanê Hezoyê hatiye ava kirin. Cîo’yê Baran Groupê Seyfettîn Kiliç ji Basê re qala karê xwe, bazirganî û rewşa xebata tekstîlvaniyê dike. Kiliç, “Me di sala 2012an de tekstîla xwe vekir. Beriya em vegerin welêt me li bajarên Tirkiyeyê heman karî dikir. Me biryar da ku em li welatê xwe karê xwe bikin da ku fêdeya me bigihîje welatiyên me. Niha 280 xebatkarên me hene û piraniya xebatkarên me jin in. Zaftirîn xebatkarên me lîseyê qedandine û çend xebatkarên me jî (Önlisans) ê qedandine. Bi rastî jî vegera me bo welatê me bû sedema xweşhaliyê. Em li vir dirûtina kot û penyayan dikin.”

“Werin bila Kurd jî kar bikin”

Kiliç jî weke Weysi  bangî karsazên Kurd ku li derveyî welat kar dikin dike û wiha pêde diçe: “Ez bangî hemû bazirganên Kurd dikim bila werin li welatê xwe kargehan vekin û welatiyên xwe bi xebitînin. Him xebatkar dê neçar nemînin ji welatê xwe dûr nekevin û him jî hûnê li ser axa xwe karê xwe bikin. Piştgiriya dewletê jî, teşwîqên aborî jî hene ji bo hûn vegerin welatê xwe. Yek kargeha ku li welat tê ava kirin ji bo 40 – 50 î malbatî dibe cihê kar û xebatê. Niha Batman ji bo karsazên bi tekstîlê re mijûlin gelekî guncav e.

“Ez bangî Bazirganên Kurd dikim, vegerin!”

Eger bazirganên Kurd berê xwe bidin welatê xwe dê Batman jî bikeve nav rêjeya sereke. Weysi di derheqê xebata xwe ku bi sala li Stenbol û bajarên Tirkiyeyê kiriye dike û dibêje: “Îro li Batmanê bingeha karê tekstîl û bazirganiyê gelek baş e. Ew Kurdên ku li bajarên Tirkiyeyê dixebitin jî giştî bi vî karî mijûl in. Ez bangî wan dikim da ku vegerin welêt û li vir karsaz û tesîsên hilberandinê vekin. Bila werin nav mirovên xwe de van karan bikin. Herêma me gelek paşdamayî ye. Divê em hemû berpirsyariya xwe bicih bînin. Eger ew karsaz jî vegerin welêt û karê xwe li vir vekin dê tesîreke baş li welat bikin. Îro li Batmanê bingeha tekstîliyê heye. Bila werin û biyaniyan jî bi xwe re bînin werin. Karê tekstîl û bazirganiya hilberîneriyê li Batmanê gelek pêşketiye. Eger em li vî gundî, li serê van çiyayan dikaribin karê xwe bimeşînin, ev tê wê wateyê ku Batman û herêma me ji bo tekstîlê gelek baş e. Ez di wê baweriyê de me ku wê Batman di warê tekstîlê de dê bibe mînyatûra Stenbolê.”