image

PeyamaKurd- Sektora xidayê ya Amerîkayê her ku diçe xwe firehtir dike. Şîrketa mezin ya paket xidayê ya Amerîka, Conagra Brands şîrketa mezin ya bi navê Pinnacle Foodsê ku xidayên cemidandî difroşe, bi 11 mîlyar dolarî kirî.

Ragihandin ji şîrketa Conagra Brandsê hat kirin. Deynê Pinnacle Foodsê jî di nav de, bi temamî wê 10.9 mîlyar dolarî pere bê dayîn û rêvebiriya her dû şîrketan mijara kirîn û firotinê erê kirine.

Bi kirîna Pinnacle Foodsê ji aliyê Conagra Brandsê ve, wê di warê xidayên cemidandî de Conagra Brands xwe mezintir bike. Ji niha de, parên şîrketa Pinnacle Foodsê, di borsa Amerîka de, bihayên wan bilind bûn.