image

Petrola Brentê her diçe bihayê wê bilind dibe. Stoka petrola xam ya Amerîkayê ku bi yek carê daket, di bazara dinyayê de, varêla petrola Brentê bû 69.43 dolar.

Bihayê varêla petrola Brentê do bi 67.59 dolarî destpêkiribû. Di nava rojê de derket asta herî bilind. Lê varêla petrola Teksasa rojava (WTI) li ser 65.21 dolarî qîmeta xwe dît.

Sedemê bilindbûna bihayê petrolê kêmbûna stokên li Amerîkayê bû. Stoka Amerîkayê di hefteyên dawiyê de herkes bendebû ku zêde bibe lê bi eksa wê 2.6 mîlyon varêl kêm bû. Lê bazara petrolê li bende bû ku 2.6 mîlyon varêl zêdetir di bazarê de petrol hebe.