image

Welatê me ji bo hilberandina sevze û fêkiyan pir dewlemende. Di çar demsalên salê de mirov dikare çandiniyê bike û debara xwe pê bike. Weke hûn jî dizanin em her heftî balê dikşînin ser mijarekî û cotkarekî da ku hal û ahwalê gelê Kurd ji aliyê hemû xwînerên me ve bête zanîn. Vê heftiyê em li devera deşta Dîcleyê bûn û me ligel cotkarên baxçeyên Hevselê li ser ka û berên wan axivîn. Deşta Dîcleyê dikeve Rojhilata Diyarbekir û bi dar û baxçeyên xwe yên bala geştiyaran jî dikşîne. Di payîzan de rengê xwezayê dispêre xwe û ji bo kesên diçin wê deverê dibe cihê şanaziyêyê.

“Salê du caran hildiberîn in”

Cotkar Mehmet Salih kesê ji Sûra Diyarbekire ku di şer û pevçûnan de mala wî jî hatibû hilweşandin. Mehmet Salih tevlî dozdeh nifûsa xwe ji Sûrê koç kiriye û berê xwe daye gundekî aliyê Erganî. Mehmet Salih dibêje berê rewşa me ya aborî gelekî baş bû, ez tevlî du kurê xwe û keçên xwe me karê hilberandina cotkariyê dikir. Niha ji ber hilweşandina malên me em ketinê kirê û her diçe rewşa me ya aborî têk diçe. Ji neçariyê em 6 kes di vî karî de dixebitin û wiha didomîne: “Bi destpêka biharê em li baxçeyên hevselê bîber, bacan û bacanên sor dajon. Piştî serma tê û êdî bacan û bîber hew berheman didin em dest bi çandina siqok, bexdanûz, tûzikê dikin. Welatê me ji bo hilberandinê gelekî xwedî derfete lê ji ber ku rewşa siyasî ne xweşe mixabin karên me jî ne li gor dilê me diçin. Lê dîsa jî baş e şikir.

“Ne ji îcarê(Kîra axê) bûya rewş ne xirab bû”

Mehmet Salih dibêje eger ax a mirov be dîsa karekî baş e lê dema tu îcare dikî ji xwe tu piraniya dahata xwe didî wê îcarê û wisa didomîne: “Ji bo em bikaribin çandiniyê bikin divê em erdê xelkê îcare bikin. Îcarekirin jî ne hêsane îro. Em ji neçariyê van karan dikin ji ber ku karekî din ji destên me nayê. Weke ku min got eger dewlet piştgiriya van hilberandinan bike wê bi awayekî hêsanî em ê bikaribin van cûre xwarinan bifiroş in derveyî welêt jî.”

“Em berhemên xwe difiroş in bazarê”

Mehmet Salih ji me re qala firotina berhemên xwe dikin û wiha didomîne: “Em berhemên xwe didin hev û dibin bazar û liqontayan bi destan difiroş in. Rojane sed, sed û pêncî kîlo em silqokê berhev dikin û difiroş in. Kîloya silqokê li bazarê bi giştî yek lîreyî diçe. Roqa û Tirp niha hê derneketine. Bi rastî eger mirov bikaribe xizmeta axê bike, ax ji bo mirov berhemdêr e. Dema tirp û roka jî bigihîje me wê ji bo me çêtir be. Wê demê jî ji Mersîn, Edene û deverên dinê ev berhem têne Diyarbekir û bazarê erzantir dikin.  Lê belê êdî ez extiyar bûme û zarokên min jî naxwazin vî karî bikin. Em niha 6 kes di vî karî de dixebitin. Bifikirin ku rojê 6 kes di cihekî de dixebitin û tenê 150 lîre pere kar dike. Du zarokên min zewicî ne. Em tev di kirê da ne. Eger Sûr ne hatibûna rûxandin niha em di malên xwe de bûn û wisa hejar nedibûn. ”