image

PeyamaKurd- Li Tirkiyê di meha Tebaxê de rêjeya enflasyonê bû ji %17.90 û bi vê rêjeyê, enflasyon derkete asta herî bilind ya 14 salên dawî.

Saziya Îstatîstîkan ya Tirkiyê (TÛÎK) li ser enflasyon û aboriyê, daneyên xwe yên meha Tebaxê eşkere kirin. Li gorî van daneyan, di meha Tebaxê de rêjeya enflasyonê bû ji %17.90 û bi vê rêjeyê, enflasyon derkete asta herî bilind ya 14 salên dawî. Ji ber ku TL.yê Tikiyê her ku diçe qedrê xwe winda dike, enflasyon jî bilind dibe.

Li Tirkiyê, di meha Tebaxê de fiyet jî ji %2.30 bilind bûn.

Li gorî daneyên ku hatine eşkerekirin, di nava dewletên ku bi pêş dikevin û enflasyona wan herî bilind e de, Tirkiye piştî Arjantînê di rêza duyemîn de ye.

Bankeya Navendî, meha bûrî, ji bo dawiya sala 2018an texmîna xwe ya enflasyonê bilind kiribû û wekî ji %13.4 eşkere kiribû. Hedefa Bankeya Navendî ya enflasyonê ya dawiya salê, hê jî ji %5 e.

Di meha Tebaxê de bihayê ku herî zehf, zêde bûyî jî di koma gihaniyê de çêbû. Ew jî ji %27.23 bû.

Ji bo enflasyonê, koma ku herî zêde bandorê dike, zad û zewade ye. Ji bo zad û zewade jî enflasyona salê, ji %19.75 e.