image

PeyamaKurd- Bankeya Amerîkî JP Morgan li ser rewşa aboriya Tirkiyê nivîseke girîng weşand û Tirkiye li hember rîskên mezin hişyar kir: “Heye ku aboriya Tirkiyê bi qedereke mezin, zeîf bibe.”

Bankeya Amerîkî JP Morgan bal kişande ser van xalên girîng: “Heta Temûza 2019an divê Tirkiye 179 mîlyar dolar deynên xwe bide. Ev jî yekûneke zêde mezin e. Ev bi qasî çarêka hasilata qeyrîsafî ya hundirê Tirkiyê ye. Ji ber vê yekê heye aboriya Tirkiyê, gelekî zêde piçûk bibe. Ev rêje, gelekî zêde dişibe berî qeyrana salên 2001-2002yan.”

Edilandin û sererastkirin gelekî zehmet e!

Di van 12 mehên pêşiya me de hewceyiya bi fînansê pir zêde ye û pêwendiya bi bazaran re jî pir bi asteng e. Tenê di Êlûn, Cotmeh û Çileya pêşî de divê Tirkiye 32 mîlyar dolar deynê xwe bide. Tê hêvîkirin ku bankeyên navnetewî, rîskên xwe yên li Tirkiyê hinekî kêm bikin; lê belê edilandin û nûjenkirina deynan wê ji bo hinek saziyan pir hêsan çênebe.

Krediyên ticarî hêsantir in

Wekî dî jî hinek şirket xwediyê hinek mal û milkên derve ne ku wextê deynên wan hat, dikarin wan deynan careke dî nûjen bikin. Ev jî bêhtir krediyên ticarî ne.  

Di Temûza 2019an de 108 mîlyar dolar wê were dayîn.

Di Temûza 2019an de wextê 108 mîlyar dolar deynan tê. Dibe ku ev deyn werin nûjenkirin. Yanî careke ji bo van deynan wextekî nû were tayînkirin. Wextê ku di carekê de çûnûhatina fînansê sekinî, rîska taloqkirinê wê zêdetir bibe. Wî wextî jî finansekirina kêmderketina hesabên carî pir zor û zehmet bibe.