image

PeyamaKurd- Saziya Puankirina Krediyên Navnetewî (Fitch Ratings) ji bo aboriya Tirkiyê 4 rîsk hijmartin. Di heman demê de ji bo salên 2018, 2019 û 2020an texmîna xwe ya mezinbûna Tirkiyê jî cara duyem daxist.

Fitch Ratingsê di derbarê Tirkiyê de raporeke nû weşand. Fitchê ji bo salên 2018-2020an jî texmîna xwe ya mezinbûna Tirkiyê daxist û îdda kir ku rîskên ber bi jêr ve yên ciddî ji bo aboriya Tirkiyê hene.  Di raporê de ji bo mezinbûna Tirkiyê, texmîna 2018an 3.8 (0.7 puan daxistiye), 2019an 1.2 (2.4 puan daxistiye) hate eşkerekirin. Di sala 2020an de 3.9 tê texmînkirin û bi vî rengî hêvî heye ku aboriya Tirkiyê, hinekî li xwe vegere, lê belê dîsa jî di bin hêviyan re dimîne.

Beriya niha Fitchê di 13ê Temûzê de notên Tirkiyê daxistibû.

Fitchê di heman demê de îdda kir ku ji ber ku TL.yên Tirkiyê qedrê xwe winda dike, aboriya Tirkiyê wê têkeve rêtengekê de û ji bo derketina rêya rast jî wê gelekî zehmetiyê bikişîne.

Bankeya Navendî wê Faîzê Zêde Bike!

Li gorî texmîna Fitchê Bankeya Navendî wê faîzê bilind bike. Bi vî rengî Tirkiye wê hewl bide ku qet nebe, heta 2020an enflasyonê daxê hijmarên yek reqem. Lê belê ev jî wê têrê neke.

Tirsên Bazarê Zêde Bûn!

Ji ber ku Tirkiye hem di nava xwe de û hem jî di siyaseta derve de hinekî teqiniye û polîtîkayên edilandinê jî bi kêr nayên, tirsa li ser ekonomiyê zêdetir dike.

Çar Rîsk

Fitchê li ser aboriya Tirkiyê bal kişande ser rewşa bêîstîkrariyê û taliyê çar rîsk hijmartin.

1-Gavên siyasî yên xelet,

2-Bilindbûna sektora taybet ya malî,

3-Gengeşiyên jeopolîtîk

4-Îhtîmalên derketina pereyan…