image

PeyamaKurd- Rojnameya Aboriyê ya Brîtanyayê di pêveka xwe ya bi navê “Şirket û Bazaran de” li ser aboriya Tirkiyê sekinî. Rojname li ser vê xalê sekinî ku enflasyon bilind dibe îradeya siyasî jî nikare aboriyê qontrol bike û ev jî tirsê zêdetir dike.

Rojnameyê, nivîsa xwe bi sernavê “Razemend Erdogan ceza dikin, TL. di serê qeyranê yê tûj de ye”, weşand. TL. roja duşemê ji %6 qedrê xwe winda kir. Banqeya Navendê jî nikare vê windakirinê bide sekinandin.

Rojnameyê di pênc pirsan de rewşa aboriya Tirkiyê nirxand.

1.Çima qedera Tirkiyê wiha berevajî vegeriya?

Divê mirov li berî sala 2002yan binêre. Erdoganê 64 salî di sala 2003yan de bû serokwezîr û di 2014an de jî bû serokomar. Zengînên dîndar alîkarî kirin ku Tirkiyê ji qeyrana aboriyê derkeve. Piştî ku Tirkiye ji qeyranê derket, razemendên biyanî jî berê xwe dane Tirkiyê.

2. Îsal çi bû sebeba tirsê?

24ê Hezîranê pir girîng bû. Lewra berî hilbijartinê, ji bo propagandayê hukûmetê devê xezîneyê zîq vekir û vê jî zerar da dîsîplîna AKPê ya malî. Piştî hilbijartinê jî Erdogan zavayê xwe kire wezîrê Maliyê û Xezînê. Ev jî ji bo aboriyê, ne îşareteke baş bû.

3.Bêqedirbûna TL. encamên çawa derxistine holê?

Gelek şirketên Tirkiyê bazarên xwe bi Dolar û Euro dikin. Ev jî ji bo dana deynan, zehmetiyeke pir mezin e. Li gorî HSBCê bankayên Tirkiyê wê heta Gulana 2019an 70 mîlyar dolarî bidin.

4.Hinek sebebên derve hene ku zerarê didine Tirkiyê?

Ev demeke dirêj e ku li Tirkiyê rewşa aboriyê xira bûye. Ji ber vê yekê aboriya Tirkiyê li dijî tehdîdan bêparastin bû. Piştî ku Keşeyê Amerîkî bi sûcdarkirina sixuriyê hate girtin, pêwendiyên Tirkiyê û Amerîkayê xira bûn û zextên li ser hukûmetê jî zêdetir bûn.

Di 2yê Tebaxê de Amerîkayê ambargo danî ser du wezîrê Tirkiyê. Ji ber vê yekê endeksa BISTê ji % 3 ket.

5.Ji vir pêde wê çi bibe?

Pispor dibêjin ku senaryoya herî baş ew e ku Banqeya Navendê faîzê rake û careke dî enflasyonê bixe bin qontrolê.